• Friday, 06 February 2026
logo

'Bajar bombebarankirin, alarma şerî hat lêdan!'

Gulan Media November 1, 2020 Nûçe
'Bajar bombebarankirin, alarma şerî hat lêdan!'
Şerê Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxa Çiyayî berdewam e. Li gor agahiyên xwecihî demjimêr 22.40 bajarê Xankend (Stepanakert, Hankent) hat bombebarankirin û elektrîka bajêrî qût bû.

Piştî dengê teqînan hat, li bajarî alarma bombabaranê lêda.

Her wiha Wezareta Parastina Azerbaycanê daxûyaniyek da û got, "Medyaya Ermeniyan dibêje bajarê Xankendî hatiye bombebarankirin û kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Ev gotin nerast in. Ermenistan dixwaze rewşê pir trajîk nîşan bide. Artêşa me tenê meydana li şerî sengeran dike armanca xwe."

Şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebaxa Çiyayî 27'î Îlonê roja Yekşemê destpêkir. Ji wê demê heya niha 30 jê sivîl (medenî) nêzî 200 kesan canê xwe ji dest daye.

K24
Top