• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Kanadayê kesekî êrişî xelkê kir: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media November 1, 2020 Nûçe
Li Kanadayê kesekî êrişî xelkê kir: Kuştî û birîndar hene
Polîsê Kanadayê ragihand, êrîşkarekî li Herêma Kiupek hijmarek kes bi kêrê birîndar kir. Her li gor zanyariyên polîs, ew êrişkar hatiye girtin û lêkolîn li gel tê kirin.

Polîsê bajarê Quebec aşkere kir ew kesê bi kêrê êrişî xelkê sivîl kir cilên kevn yên serdema naverast li xwe kiribûn.

Li gor zanyariyan ew êrişa bi kêran demjimêr 01.00 bi dema Kanada çê bû ku dike 07.00 bi dema Kurdistanê.

Her li gor zanyariyên destpêkê di encama êrişê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Heta niha diyar nîne ka sedema wê êrişê çi ye, lêbelê ew kesê êrişkar hatiye desteserkirin û li gor polîsê deverê, lêkolîna li gel wî kesî berdewam e.

Rudaw
Top