• Friday, 06 February 2026
logo

Li Brîtanyayê ji ber Covid-19ê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Gulan Media November 1, 2020 Nûçe
Li Brîtanyayê ji ber Covid-19ê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li Brîtanyayê ji ber zêde belavbûna vîrusa Coronayê qedexeya çûn û hatinê bo dema 4 hefteyan hat ragihandin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson piştî civîna kabineya hikûma xwe ragihand ku ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir ya vîrusa Coronayê , biryara qedexeya çûn û hatinê ji bilî pêwîstiyên wek perwerde, kar, tendirustî û pêwîstiyên sereke bo dema nêzîkî mehekê li wî welatî tê cîbicîkirin.

Biryar e qedexeya li Brîtanyayê roja Pêncşemê 5ê Mijdara 2020an destpê bike û heta 2 Kanûnê berdwam be.

Boris Johnson amaje bi wê yekê kir ku dema çend rojan e hejmara tûşbûn û canjidestdan bi Corona zêde bûye û tenê qedexeya çûn û hatinê dikare rê li ber belavbûna zêdetir ya Coranayê bigire û kontrol bike.

Li gor biryarê xwaringeh, bar û cihên ne pêwîst têne girtin, lê dibistan, cihên dabînkirina pêwîstiyên sereke dê vekirî bimînin.

Ev biryara Brîtanyayê di demekê de ye ku dema çend heftiyan e tûşbûn û mirina bi vîrusa Korona li welatên Ewropayê zêde bûye. Di dema 24 seetên borî de, 21 hezar û 437 kes li Brîtanyayê bi Coronayê ketin û 326 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Bi giştî heya niha milyonek û 11 hezar û 660 kes li Brîtanyayê bi Corona ketine û zêdeyî 46 hezar û 550 kesan kesan canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top