Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Dr. Necmedîn Kerîm dike
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm gihîşt min. Bi vê nûçeyê gelek dilteng û xemgîn bûm.”
Serok Barzanî got: “Serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên xwedê jêrazî Necmedîn Kerîm dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Siyasetmedarê Kurd û Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ji ber celteya mejî, îro 31.10.2020 li Amerîka di temenê 71 saliyê de koça dawiyê kiribû.
K24
