Ozçelîk: PKK rê li ber Tirkiye xweş dike destkeftiyên kurdan têk bide
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk derbarê destêwerdana PKKê di nava karûbarên Herêma Kurdistanê de beşdarî bultena K24 bû û bersivên pirsên Cemal Batun dan û ragihand, “Kiryar û siyaseta PKKê li Herêma Kurdistanê şaş e. Me wek PAKê pir bi zelalî gotiye ku divê PKKê rêzê li serwerî, desthilatî, parleman û hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire.”
Ozçelîk got: “Nabe ti çalakî li sînorê Herêma Kurdistanê, ziyanê bigihîne destkeftên federal ên Herêma Kurdistanê, ji ber ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê, destkeftiyên hemû kurd û Kurdistanê ne û divê em hemû xwedî lê derkevin. Me berê pir caran bang li PKKê kiriye, dev ji vê siyaseta li hemberî başûrê Kurdistanê berde.”
Serokê PAKê tekez kir: “Siyast û gotara PKKê ya dimeşîne, bi şerê tê meşandin re nagunce. Heger rast PKK Tirkiyeke demokratîk û neteweyeke demokratîk dixwaze, ti pêwîstî bi şerê tê kirin nîne. Kilîta her çareseriya pirsgirêkekê, rawestandina şer e. Divê PKKê şerê li bakurê Kurdistanê rawestîne.”
Ozçelîk dide zanîn: “Heger PKK şerê li Bakur rawestîne, dê bandorê li başûr û rojavayê Kurdistanê jî bike. Şerê PKK dike, rê li ber Tirkiye xweş dike ku têkdanê li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bike û destkeftiyên kurdan têk bide.”
Herwiha got jî: “Şerê PKK û Tirkiyê derbasî başûrê Kurdistanê bûye û ziyaneke mezin gihandiye wê. Tirkiyê gelek baregeh li başûrê Kurdistanê ava kirine û xaka başûr dagîr kiriye. Ev dagîrkirin nayê qebûlkirin. PKK bi siyaseta xwe ya şaş rê li pêş Tirkiyê xweş dike ku dagîrkeriya li başûrê Kurdistanê bi pêş ve bibe û destkeftiyên başûrê Kurdistanê jinav bibe.”
Serokê PAKê diyar kir: “PKK dibêje em rêzê li ala Tirkiyê digirin û emê wê bi pêş ve bibin. Lê PKK rêzê li ala Kurdisanê û serweriya Herêma Kurdistanê nagire. Li Şingalê jî siyaseteke şaş dimeşîne. PKK bi siyaseta xwe ya şaş metirsiyê li cem kurdan çêdike ku şerekî nevxweyî rû bide û zemîna şer amade dike. Lê em bawer in ku Serok Barzanî dê rê nede şerekî wiha.”
K24
