• Friday, 06 February 2026
logo

Li Efrînê çekdar û Erebên hawirde ala Fransayê şewitandin

Gulan Media October 31, 2020 Nûçe
Li Efrînê çekdar û Erebên hawirde ala Fransayê şewitandin
Li Efrînê grûpên çekdar û Erebên hawîrde ala Fransayê şewitandin, li Idlibê jî wêneyê êrîşkarê Tunisî bilind kirin

Hejmarek çekdarên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawîrde li naverastqa bajarê Efrînê xwepêşandan li dijî Fransayê kirin û ala wî welatî şewitandin.

Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku roja înê, bi sedan çekdar û Erebên hawirde li naverasta bajarê Efrînê kom bûn û slogan li dijî Fransayê avêtin û ala wî welatî şewitandin.

Li Idlibê jî, grûpên çekdar û alîgirên wan xwepêşandanek birêve birin û di xwepêşandanê de ala cebhet el-Nusre û wêneyê êrîşkarê tunîsî yê ku serê mamosteyekî Fransî birrî bû bilind kirin.

Rudaw
Top