• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yewnanîstanê kir

Gulan Media October 31, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yewnanîstanê kir
Serokê herêma Kurdistanê bi peyamekî serxweşî li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yewnanîstanê kir.

Îro 31.10.2020ê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser tora xwe ya civakî twîtterê peyamek serxweşiyê belav kir û got: ‘’Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yewnanîstanê dikim, hevsoz û hevxemê wan im.’’

Serokê herêma Kurdistanê herwaha ragehand: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wan şad bike û sebrê bide hemû aliyan. Hêviya selametiyê bo birîndaran û berketiyên erdhejê dixwazim.’’

Basnews
Top