• Friday, 06 February 2026
logo

Mezlûm Kobanî li ser erdheja Îzmîrê bi Tirkî peyamek da

Gulan Media October 31, 2020 Nûçe
Mezlûm Kobanî li ser erdheja Îzmîrê bi Tirkî peyamek da
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî derbarê erdheja ji Îzmîrê daxuyanî da û hêviya silametiyê li xelkê herêmê re xwest.

Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê bi boneya erdheja li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê bi zimanê Tirkî peyamek belav kir.

Di wê twita xwe de Mezlûm Kobanî dibêje, “Li ser navê gelê me, em ji Xwedayê mezin ji bo kesên di erdheja Îzmîrê de canê xwe ji dest dane re rehmet û bo birîndaran jî şîfaya bilez dixwazin. Em hêvîdar in gelên Tirkiyê van rojên zehmet bi hevkarî û alîkariyê û bi kêmtirîn ziyanê derbas bikin.”

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 419 kesî.

Erdheja li peravên Seferîhîsar li Îzmîrê demjimêr 14.51an rû da û hêza erdhejê jî wek 6,6 pileya rîxterê hat tomarkirin.

Şaredarê Îzmîrê Tunç Soyer jî aşkere kir ku di encama erdhejê de li navçeya Bayrakli 20 avahî hilweşiyane.

Rudaw
Top