• Friday, 06 February 2026
logo

Li Amerîkayê rapirsî Biden li pêş Trump datînin

Gulan Media October 31, 2020 Nûçe
Li Amerîkayê rapirsî Biden li pêş Trump datînin
Amerîka yek ji wan welatên kêm li cîhanê ku tê de zêdetirîn rapirsî tên kirin, û di dema hilbijrtinan de bi taybetî hilbijartinên serokayeti Amerîkayê, ev çalakî xurtir û zêdetir dibin.

Lê tevî dîroka kevnar a rapirsiyên Amerîkayê, hê jî encamên wan ne cihê baweriyê ne û gelek caran jî bandoreke kêm li ser dengdanê dikin.

Niha Joe Biden, berbijêrê Demokratan bo postê serokayetiya Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 5 li pêş Trumpê Komarî ye, lê ev hejmar li ba xelkê Amerîkayê ne cihê baweriyê ye, ji ber di hilbijrtinên serokaytioyê yên sala 2016an de, Hillary Clinton bi heman awayî li pêş Trump bû, lê Trump di hilbijartinan de biserket.

Bi vî awayî rapirsî pirsgirêkên wan hene, yek ji wan pirsgiorêkên rapirsiyên Amerîkyê ewe ku beşekî mezin ji civakê di rapirsiyê de dengê wan nîne, jiber di roja hilbijartinê de rola wan a yekalîker dibe.

Yek ji wan grûpên sipîpêst bê bawername ne, ku nêzîka ji sedî 40ê dengderên Amerîkayê pêk tînin, û piraniya wan komarî ne û bi taybetî jî binkeya cemawerî ya Trump pêk tînin.

Pirsgirêka duyem a rapirsiyan hebûna xelkekî dudile ku rêjeya wan di van hilbijartinan de nêzîka ji sedî 7 dibe û ev rêjeye derfetekê dide çîna dengderan ku encamên hilbijartinan berovajî encamên rapirsiyan derxînin.

Lê roj lipey rojê, Trump bwernebûnê bi rapirsiyan tekez dike, di dema bicîhiştina koşka sipî bo encamdana civînên cemawerî li wîlayetên Mîşîgen, Wîskunson, Mînîsota û Arîzona bêbaweriya xwe di vî warî de ragihand.

Donald Trump, serokê Amerîkayê, dibêje, “Vê sibehê, rapirsiyeke saxte bidest min ket, di dema ku em li pêş in, dibînin ku rapirsiyên ABC, Washington Post dibêjin , Trump li Wîskenson bi 17 xalan li paş e. Wan berî 4 salan heman hewlê xwe yê pûç dabûn, lê hewlê wan biserneket. Ev mîdya çiqasî nepaqij in.”

Bob Rogers, akinciyê Karolayna Bakur dibêje, “Eger ligor rapirsiyan be, Biden li pêş Trump e, lê di rapirsiyên 2016ê de jî Hilary li pêş Trump bû, lê encam ecêb bûn.”

Lê ev tenê ne pirsgirêka rapirsiyan e, dibe ku di roja hilbijartinê de kesek nerîna xwe biguhere û deng nede yan ka wê dengê xwe bide kê, baştirîn mînak jî, di hilbijartinên 2016ê de, ku xelkeke zêde gotibûn deng didin Hilary, lê wan di roja hilbijartinê de beşdarî nekirin.

Pirsgirêkeke din ya rapirsiyan ewe ka gelo li ser kaxezê tê kirin ya bi rêya online.

Ya ku li ser kaxezê tê kirin, dengderên bi temen tê de beşdar dibin, û ewên jî ku bi online tên kirin, dengê xelkê gundewaran piştguh dibe, û cara dawî di roja hilbijartin de eger heye pêşbîniya navendên rapirsiyan bi tevhaî bi şaşîtî derkeve.

Rudaw
Top