Serok Nêçîrvan Barzanî êrîşa li Fransayê şermezar kir
Nêçîrvan Barzanî îro Înê li ser hesabê xwe yê twîterê amaje bi êrîşa roja bihorî ya li Dêra Notredam li bajarê Nice yê Fransayê dike û êrîşê şermezar dike û dibêje, di vê dema zehmet de hevsoz û hevxemê gel û hikûmeta Fransayê me.
Serokê Herêma Kurdistanê: “Ez vê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku li bajarê Nice li Fransayê, hejmarek welatî kire armanc û bûne qurbanî.”
Wezîrê Navxwe yê Fransayê, Gerald Darmanin di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Em di şerekî li dijî dijmin de ne, li navxwe û derveyî welat”. Darmanin herwiha got, ew pêşbînî dikin êrîşên din li dijî Fransayê bêne kirin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî duh li cihê êrîşê amade bû û di daxuyaniyekê de ragihand, Fransa rastî “êrîşa terorîstî ya îslamî” bûye û diyar kir, “em teslîm nabin û dest ji nirxên xwe bernadin”.
Her di wê gotara xwe de Emmanuel Macron rewşa neasayî li tevahiya Fransayê ragihand û got, “Artêşa Fransayê di parastina dibistan û cihên olî de beşdar dibe. Em dê welatinên Komara Fransayê biparêzin. Divê welatiyên Fransayê çav vekirî bin û rê nedin tundrewan duberekiyê çêbikin.
Li bajarê Nice yê Fransayê , duh Pêncşemê 29ê Cotmeha 2020an, di êrişeke bi kêran de 3 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Şaredarê wî bajarî jî ew wek “êrişeke terorîstî” bi nav kir.
Li gor ajansa France Press, kesê êrîşkar xelkê Tunisê ye û di vê mehê de gihîştiye Fransayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di twittekê de piştevaniya xwe bo Fransayê ragihandiye û tekez kiriye ku divê “êrişên îslamî yên radîkal ên terorîstî bên rawestandin.”
Rudaw
