• Friday, 06 February 2026
logo

Hejmarek çekdarên DAIŞê geheştine sînorê Koye û hewla girtina wan tê dayîn

Gulan Media October 30, 2020 Nûçe
Hejmarek çekdarên DAIŞê geheştine sînorê Koye û hewla girtina wan tê dayîn
Rêveberê nahyeya Sêgirdkan a ser bi qeza Koye aşkera kir, hejmarek çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê ve hatine Koye û belav bûne, naha ji bo girtina wan hewldanên bihêz tên dayîn.

Îro 29.10.2020ê rêveberê nahyeya Sêgirdkanê Fatîh Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sê çekdarên DAIŞê ku ji sînorê Kerkûkê ve reviyane li navçeya Şêx Bizênî ve hatine sînorê nahyeya Sêgirdkan.’’

Herwaha got: ‘’Şeva borî li gundeke sînorê Sêgirdkanê gule li hemwelatiyekî berdane û wî hemwelatî jî bersiva wan daye û ew çekdar jî reviyane.’’

Herwaha got: ‘’Ew çekdarên DAIŞê belav bûne û nizanin dê kuderê xwe birêxistin bikin. Naha helmeta lêgerîn û kontrolên bo dîtina wan ji aliyê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û xwebexşan ve destpê kiriye.’’

Basnews
Top