Hejmarek çekdarên DAIŞê geheştine sînorê Koye û hewla girtina wan tê dayîn
Îro 29.10.2020ê rêveberê nahyeya Sêgirdkanê Fatîh Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sê çekdarên DAIŞê ku ji sînorê Kerkûkê ve reviyane li navçeya Şêx Bizênî ve hatine sînorê nahyeya Sêgirdkan.’’
Herwaha got: ‘’Şeva borî li gundeke sînorê Sêgirdkanê gule li hemwelatiyekî berdane û wî hemwelatî jî bersiva wan daye û ew çekdar jî reviyane.’’
Herwaha got: ‘’Ew çekdarên DAIŞê belav bûne û nizanin dê kuderê xwe birêxistin bikin. Naha helmeta lêgerîn û kontrolên bo dîtina wan ji aliyê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û xwebexşan ve destpê kiriye.’’
Basnews
