• Friday, 06 February 2026
logo

Hoşeng Osê: Çeka PKKê bûye bargiranî bo ser neteweya kurd

Gulan Media October 30, 2020 Nûçe
Hoşeng Osê: Çeka PKKê bûye bargiranî bo ser neteweya kurd
Nivîskarê û rojnamegerê kurd ji Rojavayê Kurdistanê Hoşeng Osê dibêje çeka di destê PKKê de bûye bargiranî bo ser neteweya kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û PKK dixwazae hegemoniya xwe bo ser Herêma Kurdistanê bisepîne.

Di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê Hoşeng Osê dibêje PKK êdî bo her çar parçeyên Kurdistanê bûye bargiranî û derdeserî bo ser her çar parçeyên Kurdistanê. Herwiha kurdên Rojavayê Kurdistanê weke xizmetkarê xwe bikartîne û xwe bi ser Rojavayê Kurdistanê de disepîne û li aliyê din arîşeyê bo ser Herêma Kurdistanê durist dike û dixwaze hegemoniya xwe bo ser Herêma Kurdistanê bisepîne.

Hoşemg Osê aşkere dike PKKê herçend ragihandibe ku ew şerê Tirkiyê dike ew bangeşeya wê rast nîne û PKK êdî dijberiya Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dike. Osê amaje bi wê yekê jî dike niha kêşeya PKKê ligel Abdullah Ocalan û Amerîkayê jî heye û ji destê Abdullah Ocalan derketiye.

Basnews
Top