Mesut Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Ji serokwezîrên berê yên Tirkiyê Mesut Yilmaz jiyana xwe ji dest da.
Mesut Yilmaz di Çileya 2019an de ji bo pişkinînên xwe yên tendirustiyê çûbû nexweşxaneyê û di cîgera wî de tumor hatibû dîtin û di 23ê Çileyê de bi neştergeriyê, tumora bi penceşêr hatibû paqijkirin.
Di Gulana 2020an de jî di mejiyê wî de tumor hat dîtin û piştî neştergeriyê tedawî dibû.
K24
