• Friday, 06 February 2026
logo

Mesut Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Gulan Media October 30, 2020 Nûçe
Mesut Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Mesut Yilmaz ku di cîger û mejiyê wî de tumor hatibû dîtin û bûbû demek li nexweşxaneyê dihate tedawîkirin û îro jiyana xwe ji dest da.

Ji serokwezîrên berê yên Tirkiyê Mesut Yilmaz jiyana xwe ji dest da.

Mesut Yilmaz di Çileya 2019an de ji bo pişkinînên xwe yên tendirustiyê çûbû nexweşxaneyê û di cîgera wî de tumor hatibû dîtin û di 23ê Çileyê de bi neştergeriyê, tumora bi penceşêr hatibû paqijkirin.

Di Gulana 2020an de jî di mejiyê wî de tumor hat dîtin û piştî neştergeriyê tedawî dibû.

K24
Top