• Friday, 06 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Gulan Media October 30, 2020 Nûçe
Serokwezîr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Sedulla Peroş peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama serxweşiyê ya Serokwezîr Barzanî wiha ye:
Mixabin me xebera koça dawî ya nivîskar û helbestvanê naskirî yê Kurdistanê Sedulla Peroş bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bikeû aramîyê bide naskirî û dostên wî.
Top