• Friday, 06 February 2026
logo

Trump: Dilê me ligel Fransa ye û divê êrîşên îslamiyên tûndrew werin rawestandin

Gulan Media October 30, 2020 Nûçe
Trump: Dilê me ligel Fransa ye û divê êrîşên îslamiyên tûndrew werin rawestandin
Serokê Amerîkayê Donald Trump aşkere kir dilê wan ligel Fransayê û divê demildest êrîşên îslamgerên tûndrew werin rawestandin.

Êvara îro roja şemiyê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitter ragihand: “Dilê me ligel Fransayê ye. Divê demildest êrîşêb îslamgerên tûndrewî terorîst werin ragirtin. “

Serokê Amerîkayê herwiha Trump Fransa weke hevpeymanî herî kevn ê Amerîkayê wesif kir û da zanîn ku ne Fransa ne jî welatekî din nikare beramber wan êrîşan bêdeng be.

Cihê behsê ye li bajarê Nice yê Fransayê êrîş li derekê hatkirin û di encama wê êrîşî de 3 kes hatibûn kuştin. Ligor lêkolînan di dema êrîşê de êrîşkaran kêr bikaranîne û dirûşmeyên “Allahû Ekber” gotine.

Basnews
Top