Rêberê Qerebaxê: Hêzên Azerbaycanê tenê 5 kîlometre dûrî me ne
Arayik Harutyunyan eşkere kir ku artêşa Azerbaycanê dixwaze bajêr bi dest bixe û pêşveçûna xwe didomîne.
Harutyunyan li derveyî dêra dîrokî ya bajêr peyameke vîdeoyî tomar kir û bang li hemû Ermenan kir ku bajêr biparêzin.
Bajarê Suşa ku navê wî yê Ermenkî Şuşî ye û li navenda Nagorno-Qerebaxê ye, him ji bo Azeriyan û him jî ji bo Ermenan girîngiyeke wî ya dîrokî heye.
Di heman demê de bajarê Suşa ji aliyê stratejîk ve girîng e û li ser rêya Xankendî yê bajarê herî mezin ê Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girê dide.
Eger Azerbaycan bajarê Suşayê bi dest bixe, ji destpêka şer û pevçûnên Qerebaxê ku roja 27ê Îlonê dest pê kiribû, dê serkeftina xwe ya herî girîng bi dest bixe.
K24
