10 rêxistinan daxwaza diyarkirina çarenivîsa 400 jinên Efrînî kir
Binpêkariyên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam in û heta niha çarenivîsa 400 jinan diyar nîne ku ji aliyê wan îekdaran ve hatine revandin.
10 rêxistinên mafên mirov, yasayî û civaka sivîl ên Kurd û Sûrî jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kirin û bang li rêxistinên navdewletî yên jinan û mafên mirovan kirin, ku çarenivîsa 400 jinên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê eşkere bikin.
Di daxuyaniya wan 10 rêxistinan de hatiye:
Binpêkirin û tewan di mafê jinên Efrînê de li girtîgehên gurûpên çekdar yên Sûriyê û dagîrkeriya Tirkiyê berdewamin, û roj bi roj zêde dibin.
Heta niha zêdetirî 1000 jin li Efrînê hatine revandin û wenda kirin, û hejmarek li beramber fidyeyê û pereyan hatine azad kirin.
Çarenivîsa 400 jinan heta roja îro ne diyare, bi taybetî ewên ku li zindana Hemzat hatibûn dîtin, û ji bo gurûpa bi navê polîsên leşgerî hatibûn radest kirin.
Ew her 10 rêxistin daxwazê ji hemû rêxistinên navdewletî yên mafê mirovan û jinan dikin, ku kar ji bo diyarkrina çarenivîsa jinên Efrînê yên wendayî bikin.
Li gorî yasa û peymanên navdewletî fişarê li Tirkiyê bikin, ta ku çarenivîsa wan jinên ji Efrînê yên bi zorê revandî û wendakirî eşkere bike.
Ew daxwaz dikin, kesên ku tewanên şer li dijî mirovahiyê, û di mafê jinên Efrînê û sivîlan de kirine, werin dadgehkirin û cezakirin.
Sivîlên ku li Efrînê mane, werin parastin, û hemû hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, ji nav Efrînê derkevin, û jiyan û aramiya xelkê Efrînê were parastin.
Ji nava 10 rêxistinên ku li ser vê bangê îmze kirine, Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûrî, ku Ramî Ebdilrehman rêveberiya wê dike, Desteya Yasayî ya Kurdî, Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn - Sûriya, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê û çend rêxistinên din in.
Herêma Efrînê zêdetirî 2 salan e ku di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wî welatî de ye.
Tirkiyê di destpêka sala 2018an de di jêr navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û piştî 58 rojan şer, di 18ê Adara heman salê de herêm xistin bin kontrola xwe.
Ji wê demê ve heta niha gelek binpêkariyên mezin weke kuştin, revandin, îşkencekirin, dizî û destdanîna ser milk û malên welatiyan di derheqê xelkê resen ên herêma Efrînê de ku Kurd in, hatine kirin û çendîn raport li dezgehên mezin ên medyayî yên navçeyê û cîhanê li ser wan binpêkariyan hatine belavkirin.
Rudaw
