• Friday, 06 February 2026
logo

Li Şirnexê pîra 120 salî ji koronayê rizgar bû

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Li Şirnexê pîra 120 salî ji koronayê rizgar bû
Menîca Encu ku 120 salî ye û li gundê Qirorê yê ser bi navçeya Qileban a Şirnexê dijî, bi rêya tedawiyê ji vîrûsa koronayê (Covid-19) rizgar bû.

Menîca Encu ku12 zarok û ji 100î zêdetir neviyên wê hene, 15 roj berê di testa vîrûsa koronayê de derket holê ku bi vîrûsê ketiye û li nexweşxaneyê dest bi tedawiya wê hat kirin.

Di encama tedawiya 15 rojan de Encu gihîşt siheta xwe û xebatkarên tenduristiyê bi çepikan ew oxir kirin.

Menîca Encu ji ajansa AAyê re diyar kiriye; ji ber ku baş bûye gelek kêfxweş e û gortiye: "Xwedê ji bijîşk û peristarên me razî be. Gelek baş li min mêze kirin. Heqê wan li ser min zehf e. Xwedê wan biparêze. Gelek westiyan û eleqedar bûn. Ez ji wan razî me Xwedê jî ji wan razî be."

Helîme Encu ku bûka Menîca Encu ye, diyar kiriye ku 15 roj berê hatine nexweşxaneyê û piştî tedawiyê xwesiya wê baş bûye û got: "Xwesiya min bi piranî xurekên sirûştî dixwar.”

Pispora Nexweşiyên Singê Dr. Bilim Kehya Akcan destnîşan kiriye ku tîmên mobîl 2 hefte berê çûne testa Menîca Encu kirine û paşê jî anîne nexweşxaneyê.

Dr. Bilim Kehya Akcan got ku nexweşa 120 salî bersiva erênî da dermankirinê û paşê jî şandin mala wê û jê re gotin divê ji vê şûnde baldar be.

K24
Top