• Friday, 06 February 2026
logo

Siyasetmedarekî kurd: PKK bûye darê destê dijminên kurdan

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Siyasetmedarekî kurd: PKK bûye darê destê dijminên kurdan
Siyasetmedarekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKK bûye darê destê dijminên kurdan û aloziyên vê dawiyê yên wê jî bi fermana Îranê bûne!

Siyasetmedarê Rojava û pisporê siyasetê, dr. Kawe Azîzî ji BasNewsê re got, hewl û reftarên vê dawiyê yên PKKê bo alozkirina rewşa Herêma Kurdistanê, bi fermana Îranê bûne da ku fişarê bixe ser hikûmeta Kurdistanê û neçar bike ji rêkeftina ku bi Bexdayê re li ser Şingalê kiriye, vekişe.

Dr. Azîzî her wiha got, PKK bûye barekî giran li ser gelê kurd û darê destê dijminên kurdan.

Wî pisporê siyasetê anî ziman ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê, dê bibe sebeba derxistina PKKê ji Şingalê û got, PKK li wir hêzeka dagîrker e û dê ji wir paşê jî ji Herêma Kurdistanê û Qendîlê were derxistin.

Li ser geftên PKKê jî, dr. Azîzî got, ew tenê gefa kuştinê naxwin, belkî pîlana teqandina boriyên neftê û derxistina aloziyan û şerê birakujiyê datînin. Tevahiya wan karan jî bo wê ye da ku nehêlin kurd vegerin Şingalê, ji ber wê çaxê Îran pêgehên PKKê yên li Şingalê ji dest dide. Ew der bo Îranê girîng e ji ber ku rêka navbera Îran û Sûriyê ye.

Basnews
Top