• Friday, 06 February 2026
logo

Arteşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû kir

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Arteşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû kir
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî li hinek deverên Êlih û Amedê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyonek bi navê “Operasyona Birûsk-14ê Zorî” li Êlih û Amedê bi beşdariya hezar û 451 leşker, polîs û cerdevan daye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê operasyon bi serperiştiya Fermangeha Cendirmeya ya Amedê li dijî gerîlayên PKKê bi rê ve diçe.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha ragihand ku di operasyonên Brûskê de ji 13ê Tîrmeha 2020an heya niha 137 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane 74 kes hatine girtin, 234 şikeft, sitargeh û depo hatine wêrankirin û dest bi ser gelek xwarin û xurek, amûr û çek û cebilxane hatiye girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha amaje kir ku ew dê operasyonên xwe berdewam bikin heta ku digihêjin armanca xwe.

Rudaw
Top