• Friday, 06 February 2026
logo

Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoyê bersiva Murat Karayilan dide

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoyê bersiva Murat Karayilan dide
Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoyê û Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bersiva daxuyaniya Murat Karayilan didin û dibêjin ku PKK ti car rêz li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê negirtiye, ji bilî derbasbûna sînor, armanckirina dîplomatkarên biyanî û kuştina Rêveberê Gumriga Serzêr. Herwiha diyar dikin; PKKê planên çendîn kiryarên din ên terorkirinê danîne.

Rêbwar Babkeyî, Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoya Kurdistanê li ser vê mijarê diyar kir: “Rêzgirtina PKKê li saziyên Herêma Kurdistanê ew e ku biçe derveyî sînorên Herêma Kurdistanê.” Herwiha tekez kir: “PKK ne tenê taybetmendiya siyasî û destûrî ya qewareya Herêma Kurdistanê li ber çavan negirtiye, di heman demê de her gav hewl daye amûrek be di destê welatan de ji bo biçûkkirina qewareya Herêma Kurdistanê û lêdana pirsên niştimanî û berjewendiyên netewî û asayîşa Herêma Kurdistanê.”

Babkeyî destnîşan kir: “PKK ji bo Herêma Kurdistanê, bûye serêşiyeke mezin û nekariye bibe mêvanê ku rêz lê were girtin, tevî ku xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek rêz lê girtine. Ji aliyekî din ve, hebûna PKKê li deverên sînorî, bûye sedema valabûna gundan û hincetek ji bo leşkerkêşiya Tirkiyê bo wan deveran çêkiriye û bi deh hezaran xelkê wan deveran aware bûne.”

Berî salekê, PKKê dîplomatkarekî Konsolxaneya Tirkiyê û çend welatiyên din li xwaringehekê kuştin û Rêveberê Asayîşa Gumriga Serzêrê jî şehîd kir. Li ser vê mijarê Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed dibêje: “Eger PKK rêz li saziyên Herêma Kurdistanê bigirta, ti car nedifikirî ku Rêveberê Gumriga Serzêrê şehîd bike, loma PKK ti car rêz li saziyên Herêma Kurdistanê negirtiye û nagre jî.”

Murat Karayilan di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got ku "me rêz li saziyên Herêma Kurdistanê girtiye", Parlementoya Kurdistanê jî bersiva wî dide dibêje; "rêzgirtin ne ew e ku rê li ber Tirkiyê xweş bikin da ku leşkerên xwe bînin an dîplomatkaran teror bikin, berpirsê ewlehiyê şehîd bikin û plana terorkirin û têkbirina rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê darêjin, rêzgirtina li saziyên Herêma Kurdistanê derketina we ya derveyî Herêma Kurdistanê ye".

K24
Top