• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Ormiyê 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt!

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Li Ormiyê 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt!
Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, îro danê sibê 3 girtî li girtîgeha navendî ya Ormiyê de, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, girtiyekî din jî ku biryar bû were îdamkirin, beriya ku wî bibin ber dara îdamê, xwe kuşt.

Ew 4 kesên han, ku hemû jî azerî bûn, 5 sal berê bi tohmeta kuştina 5 kesan hatibûn girtin û bi qîsasê hatibûn mehkûmkirin.

Basnews
Top