• Friday, 06 February 2026
logo

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê
Bi boneya hatina roja jidayîkbûna Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (s.x.l), ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim. Ez hêvî dikim bîranîna jidayîkbûna pêxemberê me yê xoşewîst, bibe mayeya xêr û xweşî û aramî û kûrbûna giyana xoşewîstiyê di navbera temamê gel û peyrewên ol û baweriyên cuda de.

Îro ji her demekê zêdetir, pêwîstiya me bi aştî û lêborîn û parastina nirxên bilind ên mirovahiyê heye, ku peyama pîroz a Xwedayê mîhreban e. Ez hêvîdar im ku ev boneya pîroz, ji bo kultura pêkvejiyan û tebayiya li Herêma Kurdistanê û cîhanê, zêdetir hander bibe.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Top