Bazneyên Kerkûkê ji bo hilbijartinan hat pesendkirin
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî partiyên siyasî li ser awayê bazneyên hilbijartinê li Kerkûkê li hev kirin û Encûmena Nûneran jî ew yek pesend kir.
Li gor lihevkirinê, Kerkûk bi ser 3 bazneyan de tê dabeşkirin. Bakurê Kerkûkê 5 kursî, Navend 4 kursî û Hewîce û Riyaz jî 3 kursî.
Biryar e di meha Huzîrana 2021an de, hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê (Parleman) birêve biçe.
Çavdêrên siyasî dibêjin, li Iraqê hilbijartinên pêşwext, zirarê dide çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Di vê rewşa sepandî ya bi ser wan deveran de hetiye, Kurd nikarin bi awayekî azad beşdarî hilbijartinan bibin. Her hilbijartineke berî asayîkirina rewşa wan deveran bê kirin, dê bandorê li encamên hilbijartinan dike.
Planên erebkirin û hewldanên dagîrkirina cih û warên Kurdan, bi taybetî piştî diyarkirina dema hilbijartinan, li sînorê parêzgeha Kerkûkê tundtir bûn. Armanca vê yekê jî ew e ku di hilbijartinan de rêjeya dengên Ereban zêdetir bibe.
K24
