• Saturday, 07 February 2026
logo

Welatên Ewropayê tedbîrên dijwar dijî Coronayê werdigrin

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Welatên Ewropayê tedbîrên dijwar dijî Coronayê werdigrin
Qedexeya duyem a çûnûhatina seranserî ji dema Corona belav bûye, li Fransayê diçe warê cîbicîhkirinê. Piştî ku roja Sêşemê zêdeyî 30 hezar pêketî hatin tomarkirin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron biryara qedexeya çûn û hatinê bo dema mehekê ragihand. Li welatên din ên Ewropayê jî weke Almanya û Spanya û Îtalyayê, hikûmet rêkarên rûbirûbûna Coronayê tundtir dikin.

Serokê Fransayê, Emmanuel Macron ragihandiye, ew dema çend rojan e rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa Coronayê gelek bilind e û tenê qedexeya çûnûhatinê dikare belavbûna vîrusê kontrol bike.

Macron got:“Di qonaxa yekem a belavbûna Coronayê de stratejiya herî baş ji rêgirtin li çûna derve ya kesên bi temen, pişkinîna zêde û zêdekirina qeryoleyan pêk dihat, lê yek ji wan stratejiyan jî niha nemaqûl in. Divê em karê zêdetir bikin. Piştî şêwra ligel zanayan, diyaloga ligel kesên peywendîdar ên warê aborî, sîyasî, civakî û danûstandina ligel hevbeşên me yên Ewropî, min biryar da ji roja Înê ve dest bi qedexeya çûn û hatinê bikin û rê li belavbûna vîrûsê bigrin.”

Hezîrana îsal Macron serkeftina bi ser Coronayê de ragihandibû, lê zerareke zêde gihişte aboriya wî welatî, niha dîsan xelkê Fransayê ji wê yekê ditirsin zerareke aborî ya zêde bigihe karên wan û hejmareke zêde ya xelkê bêkar bin.

Santo Crea, xwediyê Xwaringehekê li bajarê Strasbourgê dibêje: “Restorantan digrin, bo me asan nabe. Lê rêyekê dibînin xwe ligel biguncînin wek caran me dikir, ku me piraniya xwarinên xwe digihandin.”

Yves Kleinknecht jî akinciyekî Strasbourgê ye û dibêje:“Xema min a zêde bazirganî, bazar, bar û restorant in. Gelekî cihê nîgeraniyê ye, nizanim ev çiqasî berdewam dibe.”

Seroka Komisyona Ewropayê dibêje, bi kûrî ketina nav pêla duyem a Coronayê. Almanya jî bi nêt e ji 2ê Mijdarê ve tedbîrên nû werbigire. Angela Merkel dibêje pêdiviya wan bi hewleke niştimanî heye bo rûbirûbûna Coronayê.

Li Almanyayê jî hikûmetê biryara tundkirina rêkarên rûbirûbûna Coronayê daye.

Rawêjkara Almanyayê, Angela Merkel ragihandiye: “Em dikarin bibêjin ku sîstema me ya tendirûstî dikare rûbirûyê wan astengiyan bibe ku îro hene, lê eger pêketin bi vî awayî berdewam be, em dighin wî astî ku sîstema me di çend hefteyan de nikaribe rûbirû bibe, gelekî vekirî dibêjim divê her niha gavan biavêjin. Lewra pêdiviya me bi hewlekî din ê niştimanî heye ku 2ê Mijdarê biçe warê cîbicîhkirinê, hewl demkî be. Me meha Mijdarê diyar kiriye heta bidawî dibe. Piştî du hefteyan nirxandinê bo Almanyayê dikin ka gehiştine ku derê. Eger pêwîst bû tedbîrên din werdigrin. Ev hemû xizmeta jinake xweştir dikin di meha Kanûnê de ligel vê Coronaya ku îro heye.”

Li Îtalya û Spanyayê jî ligel xwepêşandanên dijwar ên dijî qedexeyê, ew cihên Corona zêde li wan belav bûye, hatine girtin û tedbîr hatine qayîmkirin.

Li Ewropayê heta niha zêdeyî 9 milyon kes bi Coronayê ketine û hejmara miriyan jî nêzîkê 260 hezar kesan dibe.

Rudaw
Top