Nêçîrvan Barzanî: Baştirîn bîranîna Hz. Mihemmed pabendî ye bi peyam û rewiştê wî yê berz
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de “germtirîn pîrozbahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê” kir û got, “hêvîdar im bîranîna jidayîkbûna pêxember, handerê lêborîn û pêkvejiyana aştiyane, dostayetî û gerdenazakirina navbera mirovan û temamiya gel, ayîn û baweriyan be li navçe û cîhanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê kir, “baştirîn yadkirina Hezretî Mihemmed pabendî ye bi peyam, gotin, akar û rewiştê wî berz ku di bexşînde, rehm, lêborîn û aştiyê berceste ye.”
Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de got, “Ez careke din vê bîranînê li hemû misilmanan pîroz dikim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim deriyê xêr û xweşiyê li gelê me û hemû mirovahiyê veke û dawî li zehmetiyan bîne.”
