• Friday, 06 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ragihand

Gulan Media October 28, 2020 Nûçe
Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ragihand
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) bi biryara bi hejmara 173, qedexeya derketina derve ya qismî ragihand. Hat eşkerekirin ku qedexe dê roja înê 30yê Cotmehê dest pê bike û 8ê Mijdarê bi dawî bibe.

Li gor biryara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser:

1 - Li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya qismî, heta 10 rojan dê were sepandin. Qedexeya derketina derve ji sibeha roja înê 30-10-2020an dest pê dike û di 8-11-2020an de bi dawî bibe.

2 - Di dema qedexeya derketinê de, hemû bazarên mezin û deverên giştî têne girtin, tenê dikanên bazirganî û kelûpelên xwarin û zebzeyan heta demjimêr 15:00an, vekirî dimînin, karên xwaringeh tenê ji bo pêkanîna daxwazên derve ye.

3 - Ji bilî nimêja înê û yekşema pîroz, li gel pêkanîna tedbîrên tendirustiyê yên xweparastinê, hemû cihên îbadetê têne girtin.

4 - Hemû cûre kombûn weke şahî, konê şînê, civîn û kongre qedexe ne.

5 - Hemû welatî divê li cihên giştî, bazar û navendên fermî li gor biryara 93 ya 16-08-2020an maskan li xwe bikin.

6 - Tevahiya dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan dê dewam bikin bi şertê ku hemû tedbîrên xweparastinê yên ku Desteya Tenduristiyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirine werin pêkanîn.

7 - Li hemû saziyên Rêveberiya Xweser rêzgeha parastin, jihevdûrketin, paqijiya kesayetî werin pêkanîn û li gor pêwîstiyan hejmara endaman di saziyan de were kêmkirin.

8 - Hemû nexweşxane, navendên tendirustiyê yên giştî û yên taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane û firin ne di nava qedexeyê de ne.

9 - Li gor biryara bi hejmara 149an di dîroka 10-10-2020an de ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin tevahiya deriyên sînor dê vekirî bimînin.

Basnews
Top