• Saturday, 07 February 2026
logo

Mehmûd Mihemed:PKK bûye pirsgirêk bo Herêma Kurdistanê

Gulan Media October 28, 2020 Nûçe
Mehmûd Mihemed:PKK bûye pirsgirêk bo Herêma Kurdistanê
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihmed bersiva daxuyaniya Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan da û got: “Berpirsên PKKê mixabin di rewşeke hestya bi daxuyanî û kiryarên xwe bûye pirsgirêk bo xelkê Kurdistan û sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê .”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro roja sêşemê 27.10.2020am bi daxuyaniyekê bersiva Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan da.

Mehmûd Muehemd got: “Di daxuyaniya vê dawiya ya PKKê de armanca çêkirina pirsgirêkan, bêaramî û berevajokirina rastiyan bi eşkere diyar dibe. Ev şêweya kiryarên PKKê tişteke nû nîne û di rastiyê de ew bi karên ne di cihê xwe de û gumanan bûne metirsî li ser jiyana xelkê Kurdistanê.”

Di berdewamiyê jî Mihemed dibêje: “PKK bi eşkere rikeberiyê ligel Herêma Kurdistanê dike û metirsiyê bo ser jiyan û berjewendiyên û deskeftiyên herêmê dirust dike. Ew li her cihekê kurd lê be, xwe weke xwediyê malê dizanin û kurdan jî wek mêvan.”

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de Mihemed dibêje: “Ew bi salan e PKKê bi zorê xeracê ji xelkê destine û mal û milkên wan dagîr dike û rê li ber avakirina gundan û vegera xelkê sivîl digire. Qada şer û milmilaneya xwe veguhestiya nav axa Herêma Kurdistanê û rojane xelkê Herêma Kurdistanê baca madî û mirovî ya kiryarên PKKê dide.”

Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê jî kiriye PKK fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şehîd dike li ser wî halî re xwe ne weke gef, lê weke parêzvanên Herêma Kurdistanê dibînin.

Murat Karayilan ji medyaya PKKê re axivî bû û îddîa kiribû hêzên PDKê dest bi tevgerê kirine û amadekariya şer li dijî gerîllayên PKKê dikin.

Basnews
Top