Li Rojavayê Kurdistanê 216 kesên din bi vîrusa korona ketin
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand ku 4 kesan li canê xwe ji dest dane. Ji wan: 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Heseke û 1 kes li Girkê Legê ne.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 216 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne:
21 kes li Hesekê, 25 kes li Qamişlo, 34 kes li Dêrikê, 13 kes li Girkê Legê, 5 kes li Amûdê, 8 kes li Tirbesipiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li kampa Holê, 18 kes li Kobanî, 32 kes li Tebqayê, 24 kes li Minbicê, 24 kes li Reqa, 3 kes li Dêrazorê û 2 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 6 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 4164 kesan, ji wan 693 kes baş bûne û 119 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Basnews
