• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Polonyayê li Iraqê kir

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Polonyayê li Iraqê kir
Serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Polonyayê li Iraqê kir û pêşxistina zêdetir a peyvendiyên Polonya û herêma Kurdistanê û Iraqê hate guftûgo kirin.

Îro 27.10.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Polonyayê li Iraqê Marcin Kubiak kir û di hevdîtinê de pêşxistina zêdetir a peyvendiyên Polonya li gel herêma Kurdistanê û Iraqê hate guftûgo kirin.

Balyozê Polonyayê li Iraqê amadebûna welatê xwe nîşan da bo pêşxistina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê. Bi taybet di warê danûstanên bazirganî û alîkariya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê bo tekoşîna hember vîrusa koronayê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê de kar bo hemealî kirina aborî û çavkaniyên dahatê dikin û giringiya pir didin sektora kiştûkalê. Bi taybetî herîma Kurdistanê xwedî derfetane bo kiştûkal bibe dahata xorakî bo hemû Iraqê.

Basnews
Top