Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara pêketina bi Koronayê tomar kir
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1597 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 703 kes li Hewlêrê, 169 kes li Silêmaniyê, 651 kes li Duhokê, 28 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê, 12 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand; 25 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyan û 5 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 475 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 71752
Mirin: 2361
Başbûn: 40909
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
K24
