• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji Fransayê hişyariya Tirkiyê

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Ji Fransayê hişyariya Tirkiyê
Balyozxaneya Fransayê ya li Enqerê, bi armanca parastina ewlekariya welatiyên xwe yên li Tirkiyê, ji wan xwest ku neçin li cihên qerebalix û tevlî xwepêşandanan nebin.

Balyozxaneya Fransayê ya li Enqerê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi armanca parastina ewlekariya welatiyên xwe yên li Tirkiyê, daxuyaniyeke hişyariyê belav kir.

Di daxuyaniyê de ji welatiyên F hatiye xwestin ku di geştên xwe yên li nava Tirkiyê de ji xwe hayadar bin û bi taybetî xwe ji kombûn û xwepêşandanan dûr bixin.

Berî 4 rojan Amerîkayê ragihandibû ku nûnertiya wê ya li Tirkiyê, zanyarî hebûne “dibe ku li hemberî hemwelatiyên Amerîkayê û kesên biyarnî êrişên terorî bêne encamdan an jî bêne revandin.”

Ev yek di demekê de ye nakokî û gotinên tund di navbera Serokomarê Fransayê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de serî hildane.

Herî dawî Erdogan duh Yekşemş 26ê Cotmeha 2020ab banga boykotkirina malê Fransayê kiribû.

Erdgona gotibû, “taybet li welatên Ewropa dijmintiya Îslamê wek şewbekê li nav civakan belav bûye.”

Rudaw
Top