• Saturday, 07 February 2026
logo

Amy Barrett piştî sondxwarinê: Natirsim û bêalî jî dibim

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Amy Barrett piştî sondxwarinê: Natirsim û bêalî jî dibim
Piştî nîqaşeke zêde ya navbera Komarî û Demokratan, di dawî de Amy Barrett wek endameke nû ya Dadgeha Bilind a Amerîkayê hat destnîşankirin. Amy Barrett li ber Serokê Amerîkayê Donald Trump sonda yasayî xwar û piştre peyman da ku ji kesî netirse û alîgiriyê jî bo ti partiyeke Amerîkayê neke.

Amy Coney Barrett, Endama Dadgeha Bilind a Amerîkayê ragihand: “Bêyî tirs û alîgiriyê karê xwe dikim, karê xwe jî dûrî destêwerdana herdu partiyên siyasî birê dikim û pişta xwe bi hukmên xwe girêdidim.”

Di du hefteyên derbasbûyî de piştî ku rûbirûyê bi dehan pirsyar hat kirin, şeva borî Encûmena Pîran bi 52 dengê erê û 48 dengên na Amy Barrett wek endama Desteya Dadwerên Dadgeha Bilind hilbijart. Komarî pesendkirina postê vê xanima 48 salî çend roj berî hilbijartina serokatiyê wek serkeftineke dîrokî bo partiya xwe dinirxînin.

Senatorê Komariyan, Ted Cruz derbarê diyarkirina wê dadwerê de ragihandiye: “Îro Serok Donald Trump yek ji peymanên xwe anî cih ku soz dabû kesekê/î li ser bingeha destûrê bike endama/ê Dadgeha Bilind a Amerîkayê.”

Joe Biden nikarî rê li ber pesendkirina postê Amy Barrett bigire. Biden bijardeya duyem diceribîne, lê bi mercekî eger 3ê Mijdarê wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin.

Joe Biden ragihand: “Ev postê temen e, hewla wê yekê nadim biguherim. Lê di nav şarezayên destûrê de rêkarek heye li ser veguhestina dadwer ji dadgehekê bo dadgeheke din. Bo daîmî li Dadgeha Bilind namînin. Lê min ti hukmek nedaye. Grûpeke şarezayên destûrê heye fikir li ba wan e û didin me. Em jî her wê dikin. Eger bûm serok û ji wê roja sond dixum, 180ê rojî didimê daku bikaribin pêşniyarên wiha jî bikin.”

Amy Barrett dadwereke komarî ya nerîtxwaz e û tê çaverêkirin dengê wê di nav 8 endamên din ên Dadgeha Bilind a Amerîkayê de bibe dengê yekalîkirina hejmarek mijarên cihê nîqaşê wek yasaya çavdêriya tendirûstî, mafê jiberbirina zarokan û mafê dengdanê.

Piştî pesendkirina Barrett, niha 6 dadwerên Komarî li beramber 3 dadwerên Demokrat li Dadgeha Bilind a Amerîkayê hene, bi vê jî derfeta Komariyan heye ku mijarên diçin dadgehê, di berjewendiya xwe de yekalî bikin.

Rudaw
Top