• Friday, 06 February 2026
logo

Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin
Li Enqereyê ji ber bûyerên Kobanê yên beriya şeş salan, Parlamenterê berê yê BDPê Îbrahîm Bînîcî û du berpirsên din ên HDPê hatin binçavkirin.

Piştî şeş salan, Serdozgeriya Enqereyê ji ber bûyerên Kobanê yên 6'ê Cotmeha 2014 lêpirsîn vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 82 parlamenter û berpirsên berê yên HDPê hatibû dayîn. Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û Peyvdarê berê yê HDPê û gelek berpirs hatibûn zîndankirin.

Îro jî li Enqere, Diyarbekir, Batman û Semsûrê polîsan êriş birin ser gelek malan. Li gor agahiyên destpêkê, Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasî BDPê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa HDPê û berpirsekî din hatin binçavkirin.

Rêveberiya polîsê Tirkiyeyê jî da xuyakirin, ji bo binçavkirina heşt kesan operasyon hatiye kirin û heta niha 3 kes hatine binçavkirin.


K24
Top