Şaredarê berê yê Sêrtê bi zêdetirî 10 sal zindanîkirinê hat cezakirin
Dadgehîkirina Tuncer Bakirhan, duh Duşemê 26ê Cotmeha 2020an li 2mîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bi amadebûna parêzerên wî birêve çû û di dadgehê de parêzeran tometên li ser Bakirhan red kirin û daxwaza serbest berdana wî kirin.
Lê dadgehê bergirînameya parêzeran û daxwaza wan bo berdana Tuncer Bakirhan, serokê şaredariya Sêrtê yê berê red kir û cezayê 10 sal û 10 meh û 15 roj zindanîkirinê bi ser wî de sepand.
Piştî biryara dadgehê, Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê twîterê ragihand: Ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê ve ez bi 11 sal zindanîkirinê ceza kirim. Welat bi me û nêrînên me narûxe, lê bi nedadperweriya we dê birûxe.
Bakirhan roja 6ê Tîrmeha 2018an bi tometa endambûna di rêxistineke çekdar de, 8 sal û 9 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn, herwiha bi tometa propagandaya bo PKKê jî cezayê salek û 3 mehan û bi tometa bêrêziya bi dewleta Tirkiyê û saziyên wê jî cezayê 10 mehan bi ser de hatibû sepandin, lê ev biryara dadgehê ji aliyê dadgeha herêmî ya Dîlokê ve hat hilweşandin û bi wê sedemê jî ji nû ve lêkolîna li ser kêysa wî destpê kiribû.
Rudaw
