Karayilan: PKK xwe wek alternatîva Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabîne
Bi gotina Murat Karayilan ku ji medyaya ser bi PKKê ve axiviye, hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê dest bi tevgerê kirine û amadekariya şer dikin. Karayilan gotiye: eger çavdêriyeke me ya cidî û agahiyên me yên cidî nebûna, me bi vî rengî nedigot, ji ber ku em her tim xweşbîn in. Lê belê em niha lê dinerin; bi rastî jî amadekariyek heye.
Karayilan red dike, ku PKK xwe weke alternative Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bibîne û dibêje: “Hin rayedarên hikumeta herêmî dibêjin, 'PKK xwe weke alternatîva hikumeta herêmî dibîne'. Tiştekî bi vî rengî nîne. Ji ku derxistine, me fêhm nekir. Gelo ji bo yên li pêşberî xwe îqna bikin vê dibêjin, ya jî yên van gotinan dibêjin bi rastî jî bi vê bawer dikin, em baş nizanin. Lê belê ti bingeha van gotinan nîne. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavuşoglû carekê qalê kir; got, 'PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe'. Avabûna hikumeta herêmî destketiyeke gelê Kurd e. Destketiyeke ku di encama têkoşîna bi dehan salî de afiriye. Di encamê de îradeyeke gel heye. Em çima xwe weke alternatîfa vê hikumetê bibînin! Ev rast nîne, tiştekî bêbingeh e.”
Têkildarî bûyera terorkirin û kuştina Rêveberê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê jî, Endamê Komîteya Rêveber a PKKê careke din red kir, ku têkiliya PKKê bi wê bûyerê re hebe. Murat Karayilan li ser vê mijarê got: “Herwiha li kû derê bûyerek biqewime, tu lê dinere yekser dixin stuyê PKK'ê û dibêjin, 'PKK'ê kiriye'. Midûrê Asayîşa Serzerê hatiye kuştin. Yekser gotin 'PKK'ê kiriye'. Meclîsa Asayîşa Başûr welê bi eşkereyî got. Ya rast em matmayî man. Beriya her tiştî vê bêjim; Ti biryareke me nîne ku li Başûr li dijî rêxistinekê yan jî li dijî rayedarekî hikumeta herêmî çalakiyê bikin yan jî êrişê bikin. Bi rengekî fermî dibêjim; biryareke me ya bi vî rengî nîne. Lê belê ew welê bi misogerî dibêjin, me jî got, 'Gelo dibe ku li wan herêman yekîneyên me bi serê xwe tiştekî bi vî rengî kiribin?' Li ser vê yekê me ji herêmê pirsîn, lêkolîn kirin û dîtin ku tiştekî bi vî rengî nîne. Eger di destê wan de di vê der barê de belgeyek hebe bila kerem bikin bidin; bila li çapemeniyê belav bikin û em jî bêjin 'temam'. Lê belê tiştekî wiha nîne. Yanî dijmin dixwaze em li ber hev rabin. Provokasyon heye. Em nizanin ku kê ew bûyer kiriye, lê belê divê em zanibin ku dijminê me stratejiyeke welê dimeşîne ku dixwaze Kurdan li ber hev rake, piştre jî propaganda vê bike. Bi vî rengî dixwaze stratejiya xwe bi ser bixîne.”
Karayilan behsa egera rûdana şerekî navxweyî di navbera hêzên Kurdî de dike û radigihîne: “Heta niha Kurdan ti carî ji şerê navxweyî serketin bi dest nexistiye. Ev tiştekî misoger û eşkere ye. Salên derbasbûyî, yanî di salên 1990'î de û beriya wê dibe ku hin rêxistinan sûd ji şerê navxweyî werdigirtin; wê demê derfetên vê hebû. Lê belê niha nîne. Çima nîne? Ji ber ku em di sedsala 21'ê de ne; vaye nîqaşên li ser jinûve dîzaynkirina herêmê hene; cihê Kurdan wê li kû be; yanî em di demeke welê de ne ku paşeroja Kurdan diyar dibe. Lewma eger gelê Kurdistanê niha bikeve nava şerekî navxweyî wê ji aliyê stratejîk ve têk biçe. Ev gelekî girîng e. Em li vê difikirin. Binêrin, em ji bo vê dozê her roj berdêlan didin. Lê belê eger têkçûneke bi vî rengî biqewime, wê demê ev ked hemû wê belasebeb biçe. Keda gelê me li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava wê belasebeb biçe. Lewma em vê mijarê bi hêsanî nanirxînin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê di berdewamiya axavtina xwe de, daxwaz dike ku têkildarî pêşhatên nû, ew helwêsta serok Barzanî bizanin û dibêje: “Bi taybetî ji vir dixwazim bang li Kek Mesûd bikim; Haya xwe ji van kiryaran heye yan na? Nizanim ku nêrînên wî yên di vê mijarê de çi ye, ji ber ku heta niha neaxiviye. Em dixwazin nêrînên Kek Mesûd jî hîn bibin.”
Murat Karayilan tekezî li ser amadebûna PKKê bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinê dike, lê fikarên xwe li ser egera rûdana şerekî de tîne ziman û destnîşan dike: “Çi dibe bila bibe, em amade ne ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê belê eger tu dora hêzeke leşkerî, çep, rastê wê bigire, hewl bide ku cih lê teng bike, neyê xwestin jî wê hingî şer biqewime. Fikarên me bi vî rengî ne. Lewma bi rengekî eşkere bang dikim; dixwazim ku pêşî li vê bigirin. Bi vî rengî nabe. Bi vî rengî be di her kêliyê de dibe ku qezayek rû bide.”
Rudaw
