• Friday, 06 February 2026
logo

Li gundekî Pêncwênê du şivan ji aliyê PKKê ve hatin xapandin!

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Li gundekî Pêncwênê du şivan ji aliyê PKKê ve hatin xapandin!
PKKê li gundekî bajarokê Pêncwên yê Herêma Kurdistanê 2 şivan xapandibû lê ji aliyê malbatên wan ve dîsa hatin vegerandin.

Endam û çekdarên PKKê li deverên mîna Raperîn, Pêncwên û cihên ku dikarin tê de bigerin, li ser xapandina zarok û keç û xortan berdewam in.

Çavkaniyekî haydar ji BasNewsê re ragihand, piştî ku çekdarên PKKê li Qendîl kêm bûne û beşek mezin ji wan jî di êriş û topbaranan de hatine kuştin, niha PKK hewl dide bi her awayekî be, xortan û zarokên xelkê bixapîne û derbasî Qendîl bike û çekdar bike.

Wî jêderî her wiha got, çend roj berê li gundekî bajarokê Pêncwên du şivan xapandibûn lê malbatên wan zû zanîn û vegerandin. Wan şivanan gotibûn ku çekdarên PKKê wêneyên keçikek bedew nîşanî wan dane û ew xapandine û birine Qendîl.

Bi gotina wî jêderî, beriya niha jî çekdarên PKKê gelek zarok û xort û keç bi behaneya semînar û festîval û tiştên wisa xapandibûn.

Basnews
Top