Erdogan banga boykotkirina malên Fransayê kir
Serokomarê Tirkiyê di gotara xwe de got, “taybet li welatên Ewropa dijmintiya Îslamê wek şewbekê li nav civakan belav bûye.”
Erdogan amaje bi rewşa welatên misilman kir û got ku cîhana îslamî niha di “rewşeke xerab û zehmet re derbas dibe. Li Sûriyê ji ber êrişên rejîmê 1 milyon birayên me jiyana xwe ji dest dan, li Yemenê bi sed hezaran zarokên bê tawan mirin. Çavkaniyên jêr erdî yên Lîbyayê ji aliyê emperyalîst û derbekaran ve hatin talankirin.”
Di dewama gotinên xwe de Erdogan behsa “alozî û tundûtujiya” li Filîstin, Arakan, Turkistanê kir û bang li berpirsên cîhanê kir û got, “ez bang li Musewî, Xirîstiyanan dikim; di dînê Îslamê de Xirîstiyanîbûn ne tawan e, em li wê jî û li Musewiyan jî xwedî derdikevin. Lê eger li Fransayê zulmek li misilmanan hebe werin em bi hev re xwedî li wir jî derkevin.”
Serokomarê Tirkiyê careke din rexne li Serokê Fransayê Emmanuel Macron girt û got, “rojek nîne ku kiryareke astengkirina misilmanan çê nebe. Li Fransayê bi handana serkirdeyên ku pêdîviya wan bi çareseriya pizîşk heye ev êriş tên kirin. Li welatên rojava êrişên li ser misilmanan bûne ji rêzê. Ez ji vir bang dikim... hûn faşîst in, hûn xelekên zîncîra Nazî ne. Misilman li Ewropa niha rastî reftarekê tên ku wek reftara li hember Musewiyan a berî Cenga Yekem a Cîhanê ye.”
Di wê gotara xwe de Erdogan got, “Çawa ku li Fransayê tê gotin `malên Tirkî` nekirin, ez jî ji vir bang li miletê xwe dikim, malên Fransî nekirin.”
Herwiha Serokomarê Tirkiyê amaje bi bûyera serdegirtina mizgeftekê li Almanya kir û bang li Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kir û got, “li gel we azadî hebû, ewlekariya dewleta we hebû? Di demjimêrên sibehekê de zêdetirî 100 polîs êrişî mizgeftekî dikin. We ev kiryar li Tirkiyê bihîstine, na. Li gel me azadiya rasteqîn a dînî heye, li gel wan nîne.”
Derbarê rewşa Coronayê li Tirkiyê jî Erdogan got, “bi saya jêrxane û karmendên me yên tendurstî, em li gor welatên din vê krîza tendirustî siviktir derbas dikin.”
Rudaw
