• Friday, 06 February 2026
logo

Bexda- Xwepêşanderan ala Fransayê û wêneyên Macron şewitandin

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Bexda- Xwepêşanderan ala Fransayê û wêneyên Macron şewitandin
Êvara îro roja duşemê 26.10.2020an hejmarek xwepêşanderan Iraqê li ber konsolxaneya Fransayê li Bexdayê civiyan û ala Fransa û wêneyên Macron şewitandin.

Medyaya cîhanî belav kiriye xwepêşanderên Iraqê bi bi mebesta şermezarkirina helwêsta Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li beramber îslamgerên tûndrew li Konsolxaneya Fransayê ya Bexdayê kombûn û ala Fransayê şewitandin.

Herwiha ligor nûçeyan hejmareke zêde ya hêzên asayîşê bo xwepêşander êrîşî balyozxaneyê nekin li herêmê kom bûn.

Cihê behsê ye demeke dirêje li Bexdayê êrîş li ser balyozxaneyan dewletên biyanî tê kirin û beriya bi hefteyekê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi li Bexdayê jî hat armanckirin.

Basnews
Top