Sever: Aramiya li Herêma Kurdistanê dijminan aciz dike
Îro duşemê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand; hejmarek êrişên têkderane li Herêma Kurdistanê hatin pûçkirin ku hinek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine plankirin û xwestine kiryarên têkderane bikin û hin berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin armanc.
Lêkolîner Tahsin Sever ji Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser vê mijarê bersiv da pirsên Cemal Batun.
Tahsin Sever bal kişande ser xebat û têkoşîna başûrê Kurdistanê û got: “Herêma Kurdistanê bi têkoşîna bi sed salan hatiye holê. Kurd sed sal in ji bo azadiya xwe têkoşînê dikin, gelek ked dane û ji qetlîaman derbas bûne, ji jenosîdê derbas bûne ji bo azadiya xwe. Herî dawî Herêma Kurdistanê weke dewleteke federal a Kurdan ava bûye. Parastina dewleta Kurdistanê wezîfeya hemû Kurdan e, ne tenê wezîfeya Kurdên başûr e, Kurdên bakur e jî, yên rojhilat e jî, yên rojava ye jî. Kurdên hemû dinyayê ye. Ya ku îro saz bûye û îrada Kurdan temsîl dike, başûrê Kurdistanê ye. Parlementoya wî heye, Kurdên başûrê Kurdistanê bi îrada xwe, xwe îdare dikin. Dinya wan nas dike. Bi rastî aktorek in li Rojhilata Navîn, qedr û qîmeteke wan heye di dîplomasiya dinyayê de. Aramiya wî gelek girîng e ji bo me hemûyan, divê her kes ji vî alî ve alîkar be.”
Sever li ser zanyariyên pûçkirina planên têkderane diyar kir: “Gelek nûçeyên weke van nûçeyan berê çêbûne û meriv pê aciz dibe. Bi taybetî partiyeke ku dibêje 'ez ji bo azadiya Kurdan têkoşînê dikim' di nav van hewldanan de be, bi rastî ev zêdetir acizî dide Kurdan. Ewlekarî û aramiya Kurdistanê dijminan aciz dike, Kurd çima ji vê aciz dibin. Divê Kurd alîkar bibin. Divê di van aloziyan de ti carî destê wan tine be. Ne tenê başûrê Kurdistanê, sibe roj li rojavayê Kurdistanê jî Kurd dest bi statuyekê bikin, wezîfeya me ew e ku em alîkariya wan bikin. Kêmtir em aloziya wê derê dernexînin.”
Tahsin Sever diyar kir: “Partiyên ku dibêjin em ji bo Kurdan vî şerî û vê têkoşînê dikin, divê zirarê nedin hev û di van parçeyan de aloziyan dernexînin.”
K24
