Çîroka şehîdekî qehremanên destana Sihêla
Ev destan bi xwîna çendîn şehîdên qehreman hat tomarkirin, yek ji wan jî Berpirsê Liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Wehîd Bakozî bû, ku wî roleke girîng di şer de lîst. Hevalên Şehîd Wehîd Bakozî dibêjin; dema metirsiyek li ser Kurdistanê derdiket holê, ji bo jiholêrakirina wê metirsiyê, Wehîd Bakozî di xeta pêşî de bû.
Wehîd Bakozî soz dabû ku jiyana xwe bike qurbanî û bihustek be jî axa xwe nede dijminan. Wî soza xwe pêk anî û xwe gorî ax û azadiya welatê xwe kir.
Zarokên Şehîd Wehîd Bakozî dibêjin; ew şanaziyê bi şehîdbûna bavê xwe dikin û ew ê li ser rêbaza wî bimeşîn.
Çîroka Şehîd Wehîd Bakozî li vir temaşe bike:
K24
