Mazlûm Kobanî: Erdogan îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne
Fermandarê Giştî HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser nakokiyên di navbera Macron û Erdogan de daxuyaniyek da.
Mazlûm Kobanî diyar kir ku Macron piştevanê misilmana bûye û got: “Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di parastina misilmanan ji destê DAIŞê de hevkar bûye û roleke sereke di têkbirina rêxistin û parastina nirxên mirovahiyê de hebû.”
Kobanî herwiha Erdogan weke piştevanê DAIŞê pênase kir û got: “Nêrîna Erdogan ku piştevaniya DAIŞê dike, ne nêrîna misilmanên cîhanê ye û ne di berjewendiyên wan de ye, lê ew ola îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bikar tîne.”
Nakokî û gotinên tund di navbera Macron û Erdogan serî hildane.Berê nakokî derbarê Derya Naverast û aloziyên Lîbyayê bûn, lê vê carê pirseke olî herdû serokan tîne ser hêlê.
Yekem daxuyanî ku nakokî germ kirine, daxuyaniya Emmanuel Macron bû, dema karê îslamiyên tundrew li Fransayê şermezar kir.
Emmanuel Macron gotibû, “Divê îro em welatiyên xwe biparêzin. Ew welatiyên ku ola wan Islam e, pêwîste em welatê xwe ji karên xerab biparêzin ku Islama radîkal e, li vê derê vê gotinê dibêjim, jiber armanca van Islamiyan û armanca van aydlocîstan ku dixwazin komara bînin xwarê, ev jî jiber ola wan e, û em jî nahêlin ev yek çêbibe.”
Bersiva vê daxuyaniya Macron li Tirkiyê deng veda bû, ew jî dema Erdogan ji Macron re got, divê tu pişkinînê bike, daku bizanibe hişê te di cihê xwe de ye yan na?
Erdogan jî gotibû: “Erê ew kesê ku jê re dibêjin Macron, pirsgirêka wî ligel Islamê çi ye? Pirsgirêka wî ligel misilmanan çi ye? Pêwîstiya Macron bi çareseriyê heye., serokê welatekî ku di azadiyên baweriyê de tênegihiştiye û li welatê xwe bi vî awayî ligel milyonan li peyrewên olên cuda mamele bike, ji xeynî vê yekê çî din jê re tê gotin? Her û her dibêje mijûlî Erdogan in, mijûlbûna te bi Erdogan te nagihîne ti sûdê. Saleke din hilbijartin heye, wê demê em çarnivîsa te dibînin. Bi nerîna min dê rêya te zêde dûr be, çima? Jiber destkeftek wî bo Fransaayê nebû heta destkeftekê bo xwe hebe.”
Çend rojan berî niha kesekî bi regez Çeçanî li Fransayê êrîş kir ser mamostayekî û serê wî birrî.
Sedem jî ew bû ku mamoste xwestibû pirsa wî karîkatorî li nav xwendekaran vejîne, ku sala 2015ê li ser pêxemberê slamê hatibû belavkirin.
Ev bûyer bû sedema kuştina 12 kesan di wê salê de û kesekî din jî di vê salê de, û hê jî encamên wê bûyerê berdewam in.
Rudaw
