• Friday, 06 February 2026
logo

Serokwezîr li gel şandeke hêzên hevpeymanan civiya

Gulan Media October 27, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel şandeke hêzên hevpeymanan civiya
behsa girîngiya hevkarî kirina pêşmerge hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya cîhanî kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 26ê Cotmeha 2020an me pêşwaziya şandeke hêzên hevpeymanan bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Kopsy kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa Îraq û deverê û girîngiya pere pêdana hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymaniya cîhanî hate nirxandin û tekez li ser domandina perwerde kirin û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê û komên din yên terorîstî û herwiha parastina aramiya herêma Kurdistanê hate kirin.

Top