• Saturday, 07 February 2026
logo

Bexda- Alozî di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket

Gulan Media October 26, 2020 Nûçe
Bexda- Alozî di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket
Êvara roja yekşemê 25.10.2020an li paytexta Iraqê li Bexdayê alozî di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de derketiye.

Xwepêşanderên Iraqê bi minasebeta yadkirina xwepêşandanên 25ê Cotmeha 2019an biryara xwepêşandanên berfireh stendin û li Bexda û başûrê Iraqê dest bi xwepêşandanan kirin.

Ligor medyaya Iraqê belav kiriye di xwepêşandanên Bexdayê de alozî di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de derketiye û çend xwepêşander birîndar bûne.

Herwiha li aliyê din amaje bi wê yekê tê kirin bombeyek jî teqiyaye û çend karmendên asayîşê jî ji ber wê teqînê birîndar bûne.

Ligor kurtevîdyoyên di medya civakî jî de tên belavkirin hêzên emnî yên Iraqê gazafirmiskrêş bikaranîne

Basnews
Top