• Friday, 06 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê sînorê Dînarteyê bombebaran kirin

Gulan Media October 26, 2020 Nûçe
Balafirên Tirkiyê sînorê Dînarteyê bombebaran kirin
Balefirên Tirkiyê gundê Neqeb li sînorê Dînarte li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û rêveberê nahiya Dînarte ji Rûdaw re got, ku ti ziyaneke canî di encama wê bombebaranê de çê nebûye.

Balefirên Tirkiyê gundê Neqeb li sînorê nahiya Dînarte bombebaran kirin.

Peyamêrê Rûdawê li Duhokê ragihand, ku balefirên Tirkiyê 4 caran li ser hev gundê Neqeb û Geliyê Neqeb li sînorê nahiya Dînarte yê ser bi Akrê ve bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiyeya Dînarte Şeiban Berwarî ji Rûdaw re ragihand, ku demjimêr 22.30 xulek balefirên Tirkiyê dest bi bombebarana gundê Neqeb kirin û di derbarê ziyanan jî ragihand, ku ti ziyaneke canî nebûye, lê tirs li cem xelkê çê kiriye.

Di dema danîna xaleke serbazê de li nêzîkî gundê Bamişmiş yê ser bi bajarokê Dînarte ve li Akrê, gerîlayên PKKê teqe li hêzên Pêşmerge kirin, lê teqe zû rawestiyan.

Jêderekê ji bajarokê Dînarte ji Rûdaw ew got, ku demjimêr 17:30ê îro êvarî, li nêzîkî Bamişmiş, di dema ku hêzên Pêşmerge mijûlî danîna xaleke xwe ye serbazî bûn, gerîlayên PKKê teqe li wan kirine, û hêzên Pêşmerge jî bersiv dane, di pişt re zû teqe rawestiyane û ti ziyan negihiştiye herdu aliyan.

Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Akreyê Akrê Sebah Beytullah ji Rûdaw re ragihand, ku ew teqekirin rawestiyaye û ti alozî nemaye, û rewş aram e.

Rudaw
Top