• Saturday, 07 February 2026
logo

Trump agirbesta navbera Azerbaycan û Ermenistanê ragihand

Gulan Media October 26, 2020 Nûçe
Trump agirbesta navbera Azerbaycan û Ermenistanê ragihand
Wezareta Derve ya Amerîkayê agirbesteke mirovî li herêma Nagorno Karabaxê ragihand û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji ber ragihandina agirbestê pîrozbahî ji Azerbaycan û Ermenistanê kir.

Agirbest îro Duşemê dikeve warê cîbicîkirinê. Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twitter pîrozbahî li Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan û Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir û ragihand, herdu alî bi agirbestê razî bûn û agirbest jî ji nîveşevê ve dikeve warê cîbicîkirinê.

Trump dibêje, agirbest jiyana gelek kesan ji mirinê rizgar dike.

Trump herwiha spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Stepehen Bigen cîgirê wî kir, ku navbeynkariya şerê li Karabaxê kirine, ku ji 27ê Îlona îsal ve di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de destpê kiriye.

Piştî hevdîtinên di navbera Mike Pompeo û wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê de li Waşingtonê, wezaretên derve yên hersê welatan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku ji sibeha Duşemê ve agirbesteke mirovî li herêma Nagorno Karabaxê dikeve warê cîbicîkirinê.

Ev agirbest piştî vê yekê hat ku roja înê wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê bi navbênkariya Amerîkayê li Waşingtonê civiyabûn.

Berî niha bi navbeynkariya Rûsyayê 2 caran agirbest di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hatiye ragihandin lê serkeftî nebûye û herdu alî pabendî agirbestê nebûne.

Di daxuyaniyeke cuda de, grûpa Mînsk ku Fransa, Amerîka û Rûsya serokatiya wê dikin ragihandiye, dê 29ê vê mehê careke din bo gotûbêjkirina rewşa Karabaxê bicivin.

Roja Yekşemê, Ermensitanê careke din Azerbaycan bi êrîşên bo ser xelkê sivîl li navçeyên herêma Nagorno Karabaxê tometbar kir û ragihand, di rojên Şemî û Yekşemê de bombebarana Azerbaycanê li ser navçeyên niştecihbûnê berdewam bûye.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê jî hejmara serbazên ermenî yên ku di şerê wê dawiyê de hatine kuştin, aşkere kiriye û ragihandiye, heta niha 974 serbazên wan di şer de hatine kuştin. Li gor aliyê Ermenî, di encama êrîşên Azerbaycanê de, heta niha 34 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Lê Azerbaycan ti zanyariyek derbarê serbazên xwe yên kuştî de belav nake û tenê amarên qurbaniyên sivîl belav dike. Wezareta Berevaniya Azerbaycanê dibêje, 69 kesên sivîl ên wî welatî di encama êrîşên Ermenistanê de jiyana xwe ji dest dane.

Herêma Nagorno Karabax ku piraniya niştecihên wê yê niha Ermenî ne, li gor yasaya navdewletî herêmeke xweser a ser bi welatê Azerbaycanê ve ye, lê bi awayekê defakto ji sala 1992 ve serbixwe ye, lê ti welatekî serxwebûna wê nas nekiriye.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ku Azerbaycan û Ermenistanê serxwebûna xwe ragihandin, herêma Nagorno Karabax ku Ermenî jê re Artsax dibêjin, cudabûna xwe ji Azerbaycanê û serxwebûna xwe ragihand û her ji ber wê yekê jî şerekî dijwar di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de çê bû, ku di encama wî şerê de hêzên Ermenî tevî Karabaxê, 7 navçeyên din ên Azerbaycanê jî xistin bin kontrola xwe.

Rudaw
Top