• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media October 25, 2020 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 828 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 828 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane. 440 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 68872

Mirin: 2314

Başbûn: 40101

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

K24
Top