Amarên Korona li rojavayê Kurdistanê: 173 pêketin û 3 mirin
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand ku 3 kesan li canê xwe ji dest dane. Ew 2 mêr ji Qamişlo û Dêrikê û jinek ji Hesekê ne.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 173 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne:
23 kes li Hesekê, 36 kes li Qamişlo, 39 kes li Dêrikê, 12 kes li Girkê Legê, 7 kes li Amûdê, 8 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 5 li Kobanî, 36 kes li Tebqayê, 2 kes li Dêrezorê, 1 kes li Reqa û 1 kes li Şehbayê.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3798 kesan, ji wan 672 kes baş bûne û 112 kesan jî canê xwe ji dest dane.
K24
